22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyona li çoltera Perwariya navçeya Sêrtê da 6 mensûbên PKKya rêxistina terorê berteref kirin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, duh serê sibehê unsûrên rêxistina terorê ya cudaxwaz bi ser yekîneyên Fermandariya Lîwaya Piyade ya Bimotor a 23yemîn yên ku derketin operasyonê, gule reşandin. Hêzên ewlekariyê jî demildest bersiv da mensûbên rêxistina terorê.
Di pevçûnê da terorîstek hat berterefkirin. Duh li heman herêmê jî operasyona hewayî hatibû kirin û 5 terorîstên ku amadekariya êrîşê dikirin hatibûn berterefkirin.
Li Sêrtê di operasyonên duh da bi tevahî 6 terorîst hatin berterefkirin.