Haydar Şahin
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
ANKARA
Li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 17 kes hatin terfîkirin, 25 general û 59 endamên cendirmeyan jî tayînî wezîfeyên cuda kirin.
Di çarçoveya biryarnameya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat weşandin da tayînên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê, Korgeneral Îbrahîm Yaşarê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan û Tumgeneral Alî Ozkara ji 24ê tîrmehê pê va hatin teqawidkirin.
Bi biryarnameyê va rutbeya 3 general û ya 14 mîralayan pileyek hat bilindkirin.
Alî Çardakçiyê ku ji tumgeneraliyê terfiyê Korgeneraliyê kir û herwiha tumgeneral Musa Çîtîl, bûn Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan.
Alî Lapantayê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan jî dan emrê fermandariyê.