Türkan Tosun
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bi operasyonê 2 ton skunk (esrara ku genetîka wê hatiye guherandin) hat bidestxistin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiya Stenbolê agahî hildan ku şebekeyeke navneteweyî wê mîqtareke zêde skunk bînin Tengava Sarosê û li Tirkiyeyê bifroşin.
Polêsan li gîşeyên Mahmutbeyê minîbusa xwendekaran dibe tîne û wesayîta ku lembe û sîren pê va hatiye daliqandin dan sekinandin.
2 kesên di minîbus û wesayîtê da bûn hatin binçavkirin, 2 ton skunk jî hat bidestxistin.
Hat ragihandin ev skunka herî zêde ye ku li Tirkiyeyê di carekê da hatiye girtin.
Karê şikbaran li ewlehiyê dewam dike û hat ragihandin ev hişbira hatiye bidestxistin wê sibê li ewlehiyê bê nîşandan.
Der barê operasyonê da cara ewil Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu agahî dabû.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmên û agahiyên der barê operasyonê da bi hûrgilî parve kiribû.