14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê piştî êrîşa ku terorîstên PKKyî kirin pevçûn derket û du esker di pevçûnê da birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li navçeya Îdilê ekîbên Qereqola Cendirmeyan a Haberliyê serê sibê dema ku rê kontrol dikirin, terorîstên PKKyî bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîş kirin.
Ekîba cendirmeyan demildest bersiv da êrîşê. Di pevçûnê da yek jê giran du esker birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi firokeya eskerî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Eskerê ku giran birîndar bû, piştî midaxaleyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê kirin.
Piştî êrîşê ji bo girtina terorîstên ku revîn li herêmê operasyona bi piştgiriya esmanî dest pê kir.