Elif Orhan
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
BÎNGOL
Li Bingolê mîdîbusa rêwiyan wergeriya, di encama qezayê de 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin mîdîbusa bi plakaya 21 DC 793 a ku Abdurrahman Elkasu diajot a ku diçû Erziromê li tanga gundê Hacilarê ya rêbeja Bingol-Karliovayê wergeriya.
Ajokar û 19 rêwiyên di wesayîtê de birîndar bûn, ekîbên Serwîsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.