05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de 2 terorîstên ku amadehî dikirin êrîşê bikin, hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li herêma Çiyayê Cudî Bestler-Derelerê li hember terorîstên ku amadehî dikirin êrîşê baregehan û yekîneyên leşkerî bikin duh ji saet 19.00an pê va operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin di navbera terorîstan û leşkeran de di saet 23.00an de pevçûn çêbû û 2 terorîst hatin kuştin, tivingeke nîşangeriyê, tivingeke bimakîne, tivîngeke piyadeyê ya keleş, 4 bombeyên destan, 4 şarjorên tivingên piyadeyan ên keleş, dûrbîneke şevê, 2 bêtêl, lazermêtro, 4 çenteyên piştan, gelek muhimat û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Hat gotin ji bilî vê li navçeya Beytuşşebabê jî li herêma Zozana Bogazorenê 4 tivingên piyadeyan ên keleş, 3 şarjor, 80 muhimatên Bîxiyê hatin bidestxistin û operasyon dewam dikin.