06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Li Îdlibê avakirina 6emîn baregeha çavdêriyê dewam dike. Rêxistinên terorê bi roket û hewanan va êrîşî eskerên Artêşa Tirkiyeyê yê li baregehê kir û eskerek şehîd bû, 5 esker û sivîlekî wezîfedar birîndar bû.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, rêxistinên terorê duh bi roket û hewanan va êrîşî eskerên Artêşa Tirkiyeyê yê li 6emîn baregeha çavdêriyê ku li Îdlibê tê avakirin, kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da eskerek şehîd bû û 5 esker û sivîlekî wezîfedar sivik birîndar bûn, piştî êrîşê bersiva mensûbên rêxistina terorê hat dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Vê êrîşê em pir xemgîn kirin û Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serê malbata wî, serê Artêşa Tirkiyeyê û serê milletê Tirk sax be. Xwedê şifayê ji eskerên birîndar ra bişîne."