Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di binê sifirê da bi 10 pileyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê berdestê sibê sayî û ewrsayî be paşê ewravî be, bi şev li Erzincanê û herêmê ber bi rojavayê jî şilope û berfê bibare.
Bi şev germahiya hewayê li Tuncelî û Îdirê 3, li Erzincanê di binê sifirê da 1, li Erdexanê di binê sifirê da 2, li Agiriyê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 10 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 9, li Erzincanê 8, li Îdirê 6, li Agiriyê 4, li Erzirom û Erdexanê 3, li Qersê 2 pile be.
Rayedaran diyar kir ku dibe mij bikeve û puk rabe ji bo vê bira welatî baldar bin û bê tevdîr nemînin.