Fatih Gazioğlu
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
IGDIR
Li Îdirê teqemeniya destî ya li ser rê hatibû bicihkirin dema ku wesayîta eskerî derbas dibû hat teqandin. Di teqînê da 4 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyan, teqemeniya destî ya li ser rê hatibû bicihkirin li mewkiya Dîlucuya ku nêzî sînorê Tirkiye-Îranê ye di dema ku wesayîta eskerî derbas dibû teqiya.
Di encama teqînê da 4 eskerên ku li Qeraqola Hidût a Şehîd Bulent Aydin wezîfadar birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Hat ragihandin ku rewşa eskerên birîndar baş e.
Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê li herêmê dest bi operasyonê kir.