Haydar Şahin
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
AGRI
Hat ragihandin nexweşa 67 salî ya ku xun pekiyabû mêjiyê wê rakiribûn nexweşxaneyê di encama operasyona serkeftî da gihîşt siheta xwe.
Di daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr da hat diyarkirin ku Munevver Yenîgula ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazîdê hat tesbîtkirin xun pekiyaye mêjuyê wê bi destê Op. Dr. Mehmet Taha Eser hat emeliyatkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyona 5 saetan ber xwe da bi piştgiriya ekîba anesteziyê va bi serkeftî hat temamkirin û wiha hat gotin:
"Berê hişê nexweşê li serî nebû, 2 hefte piştî emeliyatê bêyî pirsgirêkên norolojîk bi silametî çû mala xwe. Emeliyata ku hat kirin li Agiriyê cara ewil tê kirin. Em wekî Midûriyeta Tenduristiyê ji hekîmên xwe ra serkeftinê dixwazin.