Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
AFYONKARAHÎSAR
Li Afyonê 2 şikbarên li ser îdiaya dibêjin li ser medyaya civakî nasiya xwe dane hevdu û di dewsa zêrê kulçe da kavirê parkeyan firotine kesekî li Eskîşehirê dijî hatin binçavkirin.
Li Bolvadîna navçeya Afyonê Hakan O. û Muhammet T. ji bo kevirê parkeyan yê îdia dikin zêr e bi 50 hezar lireyî bifroşin Yasîn A.yê li Eskîşehirê rûdinê û heywandariyê dike ra li ser medyaya civakî têkilî danîn.
Yasîn A. ji Eskîşehirê hat Bolvadînê û li navenda navçeyê bi Hakan O. û Muhammet T. ra hat ba hev.
Yasîn A.yê ku zêrê kulçe kirî û ji şikbaran veqetiya paşê di kontrolan da fehm kir ku kevirê parkeyan bi rengê zêr hatiye boyaxkirin û çû Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê gilîdar bû.
Ekîbên polêsan di demeke kin da Hakan O. û Muhammet T. binçav kirin.
Piştî karûbarên li ewlekariyê şikbar derxistin dadgehê. Herdu şikbar bi şertê kontrola edlî hatin berdan.