Tirkiye

"Em bi biryar in ku îtifaqa Cumhur nedin xerakirin"

Serokomar Erdogan: "Em bi biryar in ku îtifaqa Cumhur nedin xerakirin."

Nihat Kavşut  | 07.12.2018 - Rojanekırın : 07.12.2018
"Em bi biryar in ku îtifaqa Cumhur nedin xerakirin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Erdogan: "Em bi biryar in ku îtifaqa Cumhur nedin xerakirin."

 "(Îtifaqa Cumhur) Di heyama ku heft duwel bi hev ra êrîşî dewlet û gelê me dikin da ev hilbijartina herêmî zehf girîng e."

 "Piştî ku hevalên me yên xebatên teknikî dimeşînin xebatên xwe temam kirin dibe ku di nav vê hefteyê da ez û Birêz Bahçelî bicivin."

Serokomar Erdogan ji bona îdiaya ku Serokê MÎTê Fîdan bi endamên Kongreya Amerîkayê ra civiyaye wiha got: "Piştî serdana li Amerîkaya Latîn Serokê MÎTê ji wir çû Kanadayê, dibe ku piştî Kanadayê geşedaneke wiha çêbûbe. Lewra em dixwazin her dem wan jî agahdar bikin. Haya min ji agahdarkirina li wir tuneye, lê haya min ji serdana li Kanadayê heye."

Serokomar Erdogan ji bo xebata li ser dema eskeriyê tê kirin wiha got: "Niha berpirsyarê sereke yê vê xebatê Wezîrê Parastina Neteweyî ye û li ber jî di serî da hêzên çekdar, Sererkan û fermandar wê bixebitin. Piştî xebatê wê pêşkêşî me bikin, em ê binirxînin ka maqûl e yan na. Gorî rewşê em ê gavê biavêjin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın