Önder Beyter
13 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ARDAHAN
Li Erdexanê conegayê ku tonek û 250 kîlogram gran e û navê wî jî "Împarator" e, bi minasebeta Eyda Qurbanê derxistin ber firotanê. Conega li bazara heywanan a li Erdexanê bû bijareyê bazarê.
Eyda Qurbanê nêzîk dibe û di vê çarçoveyê da ji bajarê Erdexanê ku navendeke girîng a heywandariyê ye, bo bajarên wekî Stenbol, Enqere, Bursa û parêzgehên Behra Reş sewqiyata heywanên ji bo qurbanê didome.
Li bazara ku heywadar û mişterî bazarê dikin û hevdu gelekî dibin û tînin, hem ji ber sewqiyata ajelan û hem jî ji ber kesên ku dixwazin ji xwe ra qurban bistînin, pir qelebalixî çêdibe.
Li bazara heywanan a taxa Ataturk ku car caran conegayên qerase tên, serê sibehê bi navê "împarator" conegayek derxistin ber firotanê.
Conegayê ku tonek û 250 kîlogram gran e xwediyê wî Yuksel Cansizlar jê ra 17 hezar û 500 lireyî dixwaze, eleqeyeke mezin bi ser xwe da kişand.
Yuksel Cansizlarê xwediyê împarator di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ajelên li Erdexanê li zozanan li ser devê xwe diçêrin û wiha dewam kir, "Heger kesekî ku ji xwe bawer e, bira kerem bike, qurbana me amade ye. Yê ku dikire bira jê ra bi xêr be. Îro qral û împaratorê meydanê conegayê me ye."