31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde bibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa wê ewravî be, car caran birûskê çêbibe û baranê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde bibe, ji hêla başûr va ba wê bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Qersê 3 pile, li Erdêxan û Agiriyê 5 pile, li Erziromê 7 pile, li Erzinganê 14 pile, li Îdirê 15 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde a bi roj li Îdirê 30 pile, li Erzinganê 24 pile, li Tunceliyê 23 pile, li Qers û Agiriyê 22 pile, li Erziromê 21 pile û li Erdêxanê jî 19 pile be.