31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Ji bo sala 4emîn a bûyerên Parka Geziyê derdora Bîrdariya Komarê ya Teqsîmê û Parka Geziyê bi bariyerên hesin hat girtin û çûnûhatina welatiyan hat qedexekirin.
Ekîbên polêsan ber destê sibehê ji ber îhtimala di sala 4emîn a çalakiyên Parka Geziyê da bûyer derkevin li derdora Bîrdariya Komarê ya Teqsîmê û Parka Geziyê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Polêsan derdora Bîrdariya Komarê ya Teqsîmê û Parka Geziyê bi bariyeran girtin û ji çûnûhatina welatiyan ra qedexe kirin.
Wek mayîn li Parka Geziyê TOMAyek û mîdîbusek disekine û ekîbên polêsan li derdora park û meydanê tevdîrên ewlehiyê hildane.