Haydar Şahin
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dakete binê sifirê û li ser vê li herêmên bilind berf barî.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê bi şev piştî şiliya ku bi navber dibarî germahiya hewayê dakete binê sifirê. Destê sibê li Çiyayên Ellahuekberê ya ku bilindahiya wê 3 hezar û 180 mêtre ye berf barî.
Di meha hezîranê da li çil û çiyayan kulîkan vekir û erd hêşîn bû lêbelê berfa ku barî welatî şaş û metel hîşt.
Sînan Şenolê ku li Bozata gundê Sarîqamîşê dijî diyar kir ku di van hefteyên dawîn da hewa zehf sar bû û got, "Bi şev şilî zehf barî û hewa sar bû. Çaxa ku em şebeqê rabûn me dît ku Çiyayên Ellahuekberê çîl û sipî bûye. Di 17ê hezîranê da barîna berfê em şaş û metel hîştin.