26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
HESEKE
Hat ragihandin ku li qampa PYDya rêxistina terorê ya li Tel Tedmûra navçeya Hesekeya bajarê Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, di depoya sotemeniyê ya li qampa PYDya rêxistina terorê da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn şewat çêbû. Hat ragihandin ku li qampê li pey hev çend teqîn çêbûn, li qampa ku leşkerên DYAû Îngiltereyê lê ne mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku li der û dora dewsa bûyerê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û destûrê nadin ku kes nêzîkî herêmê bibe.
PYDya rêxistina terorê di sala 2013an da li herêmê qampa perwedeya leşkerî ava kiribû û ji vir salek berê jî diyar kiribû ku leşkerên DYAyê ew ê li wir perwerdeyê bidin.