Haydar Şahin
11 Tebax 2018•Rojanekirin: 12 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Li Perava Kavakliyê ya Beylîkduziya navçeya Stenbolê kelekek binav bû û 5 kesên di kelekê da hatin xilaskirin û cesedê kesê winda bibû jî hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Pereva Kavakliyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn kelekek binav bû.
Li ser îxbarê ekîbên polês, agirkujî û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Di kelekê da 6 kes hebûn û ji wan 5 kes hatin xilaskirin.
Ji bo dîtina kesekê ku winda bibû jî polêsên xozneber û ekîbên sivîl dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê di encama xebatan da cesedê kesê winda dîtin.
Hat tesbîtkirin kesê ku miriye Cemal Keskînê 65 salî ye.