21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê biryar hat dayîn ku qedexeya derketina derva ya li 4 taxan ji îro pê ve wê li giştiyê navçeyê bê qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiya Nisêbînê li navçeyê bûyerên terorê zêde bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ku can û malê welatiyan bê parastin, aramî û ewlehî car din pêk bê li taxên Ebdilqadirpaşa, Firat, Yênîşehir û Dicleyê derketina derva hatibû qedexekirin.
Hat gotin ku ji 21ê çileya pêşîn a 2015an saet 10.00an pê ve li taxên Yenîturan, Yeşîlkent, Mor Yakup, Zeynelabidîn, Kışla, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Îpekyolu û Barışê jî derketina derva hat qedexekirin. Heta emrekî duyemîn li van deran derketina derva qedexe ye û divê welatî ji bo ewlehiya can û malên xwe guh bidin vî emrî.