27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
MUŞ
Li Baglara gundê Mûşê dema rakirina keleman dest pê kir.
Gundê Baglarê ji 60 malan pêk tê û li ser navendê ye. Kemal Baranê ku li vî gundî cotkariyê dike, li ser 15 doliman kelem daniye. Baran got ku wan dest bi rakirina keleman kir û ew li bendê ne ku 45 ton kelem ji wan ra were.
Baran diyar kir ku ew keleman difroşin bajarên Wan, Bidlîs, Bîngol û bajarên derdorê, ji bilî wan deran ew difroşin marketan jî. Baran wiha dewam kir: "Ew seriyek kelem didin 6 lireyî. Em di meha gulanê da keleman datînin di dawiya îlonê, serê cotmehê da jî radikin."
Baran destnîşan kir ku piraniya gundiyan bi keleman debara xwe dikin.