27 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku çûyîn û hatina komî ya welatiyan rihet bike û welatî ji xizmetên herî pêşketî îstifade bikin termînala modern ava dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hat kirin, ji bo welatiyan projeyên modern didomîne.
Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku ji bo dîtina hewcedariyan li Taxa Sîpanê li ser 3 hezar mêtreqere erdî rawestgeha rabûna otobêsan amade dikin.
Di tesîsê da avahiya îdareyê, atolyeya temîratê, 48 peron, depoyên lastîk parçeyên yêdek, atolyeyên qaporte û boyaxê ewê hebin.
Tesîsê di sala 2018an da têkeve xizmetê û ew ê bi 5 milyon lireyî li ser Şaredariya Bajarê Mezin bibe mal.
Bi temamkirina projeyê va hemû otobêsên şaredariyê ew ê li heman ciyî kom bibin û di nav bajêr da qerebalixiyê çênekin.
Bi sîstema kontrolkirina wesayîtan va hemû otobêsê bên teqîbkirin û li gor hecedariya welatiyan seferê bên danîn û hejmara wan bên zêdekirin.
Wek mayîn karên temîrata erize û kontrolê yên otobêdan jî ew ê li vê derê bên kirin.
Di demeke kin da şaredariyê sîstema bilêta elektronîk têxe dewrê, bi temamkirina rawesteha rabûna otobêsan va ji welatiyan ra xizmetên pêşketê dê bên kirin.