27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ÎSTANBUL (AA) - Rêhewayên Tirk (THY) ragihand ku hemû firînên bo Hewlêr û Silêmaniyê li gorî teqwima xwe ya diyarkirî, dewam dikin.
Di daxuyaniya Mişawiriya Çapemeniyê ya THYyê da der barê teleba Dezgeha Hewageriya Sivîl a Iraqê ku ji şirketên dereke daxwaz kiribû ku ji roja înê pê va hemû firînên xwe yên bo HKIyê rawestînin da wiha hat gotin:
"Di çendîn dem û dezgehên çapemeniyê da nûçeya der heqê biryara Dezgeha Hewageriya Sivîl a Iraqê ya ku destnîşan dike, ji 29ê îlonê pê va balafirgehên li Hewlêr û Silêmaniyê wê ji trafîqa hewayê ya navneteweyî ra bên girtin da hat belavkirin. Di vê mijarê da daxuyandineke fermî negihîştiye ber destê Rêhewayên Tirk û herwisa hemû firînên me yên ji bo van herdu bajaran li gorî teqwima xwe ya diyarkirî dewam dikin."