DİYARBAKIR (AA) - Li Baglara navçeya Diyarbekirê ji ber rêdayînê şer derket. Di encama şer de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li semta Îskanevleriyê di navbera ajotvanê otobêsa gel a pleqeya wê 21 H 0094 e û ajotvanê tirîmbêlekê de ku nasnameya wan jî ne diyar e, ji ber rêdayînê nîqaş derket.
Şofêrê tirîmbêlê wesayîta xwe ajot ser şofêrê otobêsê.
Ajotvanê tirîmbêl û merivên wî xwestin ku şofêrê otobêsê lînç bikin lê welatiyên li der dorê bûyerê bûn, nehîştin.
Di pevçûnê de şofêrê otobêsê û 3 kes jî ji ber êrîşa keviran birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê a Zanîngeha Dîcleyê.
Li ser bûyerê lêpirsinê dest pê kir.