İbrahim Atmaca
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê du minîbus li hev ketin û 11 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, minîbusa ku peywirdarên ewlehiya taybet ên Zanîngeha Mûş Alparslanê tê da bûn û plaqa wê 49 AT 981 e û Mehmet Salih Ozdemir diajot, li ser rêya Mûş-Qulpê, texma gundê Guzeltepeyê di kîlomêtreya 8emîn da li minîbusa ku Sabahattîn Karakaya diajot û plaqa wê 49 J 1009 e, qelibî.
Di qezayê da 10 jê peywirdarên ewlehiya taybet, 11 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.