Tirkiye

Welatiyên li Hekarî, Mûş, Wan û Bidlîsê nimêja înê li derva kirin

Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariya piştî du meh û nîvan cara ewil li dervayî mizgeftan nimêja înê hat kirin.

Abdullah Tel, Haydar Şahin  | 29.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Welatiyên li Hekarî, Mûş, Wan û Bidlîsê nimêja înê li derva kirin Ali Çelik - Anadolu Ajansı

Van

Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariya piştî du meh û nîvan cara ewil li dervayî mizgeftan nimêja înê hat kirin.

Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ev du meh û nîv e ku li seranserê welêt mizgeft li cimaetan hatine girtin û îro dorûberê mizgeftan bi merivan geş bû.

Li navenda Wanê 162 mizgeftên diyarkirî hatin dezenfektekirin û berî nimêja înê ji bo îbadetê hatin amadekirin.

Hewşên mizgeftan ku ev demeke dirêj e ji ber tevdîrên Kovîd-19ê bê cimaet bûn bi welatiyan tijî bûn. Miletê rûpêçan dan berdevê xwe mesafeya fizîkî parastin û di bin tevdîrên Kovîd-19ê da li baxçe û parkan nimêja înê eda kirin.

Li Hekariyê jî ji bo nimêja înê 12 mizgeft hatibûn kifşkirin û li Mûş û Bidlîsê jî welatiyan di bin tevdîran da nimêja înê li derva eda kirin.

Li navçeyên Bidlîs û Mûşê li qadên servekirî nimêja înê kirin.

Li Hîzana navçeya Bidlîsê welatî ji bo nimêja înê li hewşên mizgeftan kom bûn. Welatiyên rûpêç dan ber dev û pozê xwe li gor mesafeya civakî nimêja înê kirin.

Li Bulanixa navçeya Mûşê jî welatiyan li stadyumê nimêja înê kir.

Ekîbên şaredariyê li qadê bandên mesafeya civakî nîşan didin kişandin, welatiyan sicadeyên xwe danîn ber ciyên îşaretkirî, nimêja înê kirin û paşê jî dia kirin.

Li Milazgira navçeya Mûşê jî welatî ji bo nimêja înê li Meydana 15ê Tîrmehê kom bûn.

Ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê û yên Miftîtiya Navçeyê agirê welatiyan pîvan û rûpêç li wan belav kirin.

Welatiyan li gor mesafeha civakî nimêja înê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın