Tirkiye, Koronavîrus

Li Mûşê mixtar bi zincîrê rêya gund birî û agirê gel dipîve

Mixtarê Îçmelera gundê Vartoya navçeya Mûşê li dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) zincîr kişand ser rêya dikeve nav gund û ciyê kontrolê ava kir.

Haydar Şahin  | 20.05.2020 - Rojanekırın : 21.05.2020
Li Mûşê mixtar bi zincîrê rêya gund birî û agirê gel dipîve

Muş

 Mixtarê Îçmelera gundê Vartoya navçeya Mûşê li dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) zincîr kişand ser rêya dikeve nav gund û ciyê kontrolê ava kir.

Guven Gedîkê mixtar li dijî nexweşiyê rêya gund bi zincîrê birî. Mixtar li vê derê agirê kesên tên û diçin dipîve hişyariyê dide wan û destûrê nade ku kesên biyanî têkevin nav gund.

Gedîk diyar kir ku kesên bi destûra taybet ji bajaran tên gund ji bo 14 rojan hildidin karantînayê, li gund kal û pîr û kesên nexweşiyên wan yên kronîk hene zêde ne ji bo parastina wan tevdîran hildidin.

Gedîk got ku kesên ji gundên din an jî pajarên din tên hilnadin gund û wiha pê da çû:

"Bi biryara gundiyan va me zincîr kişand ser rê, ji ber koronayê ketin û derketina gund qedexe kir. Me pankart jî li wê derê da darda kir, hetanî agirê wan nepîvin jî kesî hilnadin gund. Em biyaniyan qet hilnadin nav gund. Heke gundiyên me bi îzna taybet ji bajarên din werin jî em wan 14 rojan hildidin karantînayê. Li gelek bajarên din gelek gundiyên me hene ku dixwazin werin gund lêbelê kî were ew ê 14 rojan karantînaya xwe temam bike. Hetanî temem neke em nahêlin ji malê derkevin."

Îbrahîm Bîngolê ji vir mehekê berê bi îzna taybet ji Bursayê hat gund jî wiha axivî: "Dema hatim gund min guh da hişyariya mixtar û min qet bi kesî ra têkilî daneynî û 14 rojan di karantînayê da mam. Ji bo nexweşî li gundê me belav nebe mixtar tevdîr hildaye. Li gund gelek kal, pîr û nexweşên me yên kronîk hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın