Li bajarên Rojhilatê berber û kuaforan dest bi kar kir
Kargehên berber û kuaforan ên li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatibûn girtin vebûn û car din dest bi xebatê kirin.
Hakkari
Kargehên berber û kuaforan ên li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatibûn girtin vebûn û car din dest bi xebatê kirin.
Di 21ê Adarê da ji ber tevdîrên şewba vîrusa koronayê kargehên porbir û kuaforan hatibûn girtin, lê îro hosteyan dest bi karên xwe yên berê kirin.
Berberên guh didin paqijiyê û bi randevuyê dor bi dor muşteriyan hildidin kêfxweş in ku dîsa dest bi kar kirin.
- Wan
Li Wanê ekîbên Şaredariya Mezin a Wanê kargeh dezenfekte kirin û wan dest bi xizmetê kir.
Li gor şert û mercên paqijiyê kargeh di 09.00an da vebûn û muşteriyên ewil çûn û rih û porê xwe dan kurkirin.
- Hekarî
Ekîbên Şaredariya Hekariyê jî kargehên porbir û kuaforan dezenfekte kirin.
Kargehên ku nêzîkî 2 mehan e girtî bûn muşteriyên xwe hildan hundir û dest bi kar kirin.
Esnaf Hekîm Engîn daxuyand ew li gor şert û mercên paqijiyê dixebitin.
- Maske li esnafan hat belavkirin
Li Mûş û Bidlîsê jî Ekîbên şaredariyê karên dezanfektanê kirin û di saet 09.00an da kargehên berberan vebûn.
Berberan li gor randevuyê muşteriyên xwe hildan hûndir.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya çû ziyareta berberan û maske li wan belav kir.
Asya hinekî bi wan ra sohbet kir û got divê ew maskeyê bi kar bînin û li gor şert û mercên Wezaretê diyar kiriye bixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.