2017 ж. 22 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 23 қазан
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Îstişare û Nirxandinê ya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê bû.
Civîn li Sutluceyê li Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê ji çapemeniyê re girtî çêbû û qasî 3 saet û nîvan dewam kir.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civatî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî û parlementerên Stenbolê yên AK Partiyê jî beşdarî civînê bûn.