29 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
MARDİN
Li Savûra navçeya Mêrdînê, di operasyona ku encamê da 5 terorîst hatin kuştin da 8 ton teqemenî hat desteserkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê li Taxa Bagyakayê di 160 çewalî da 8 ton amonyûm nîtrat, 5 kidûnên 60 lîtreyî mazot, 3 teqemeniya A4, blokên pîla û kablo hatin desteserkirin.
Malzemeyên ku hatin desteserkirin bi awayekî kontrolkirî îmhe kirin.
Di operasyona ser Savûrê ya îro da, 5 terorîst hatibûn kuştin û gelek çek û muhîmat hatibû desteserkirin.