29 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ku bila xwendekarên ku li Zanîngeha Ishikê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) a li Hewlêrê ye dixwînin heta biryareke nû pereyê zaningehê nedin.
Di daxuyaniya nivîskî a Wezaretê de wiha hat gotin: "Heta ku aqubeta Zanîngeha Ishikê diyar bibe, xwendekarên ku di vê zanîngehê de dixwînin bila tu carê pereyan nedin."
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dizeyî ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Wezaret wê dest bide li ser van mekteban. Ev mekteb bila perwerdeya xwe bidomînin lê bi giştî bi Wezareta Perwerdeyê re bên girêdan. Bila êdî ji van destan derkeve. Di van mekteban de sîstemeke din wê bê avakirin, mirovên din wê herin, rêvebiriyeke din wê hebe."
Li Silêmanî, Duhok û Helebce di serî de li gelek bajaran qasî 20 mektebên FETOyê hene.