11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 11 Hezîran 2017
MARDÎN
Ekîbên zabiteya Şaredariya Midyada navçeya Mêrdînê li dijî parsekên ku di meha remezanê da li hev zêde bûn, operasyon li dar xist.
Li ser gilî û gazincên welatiyan, ekîbên zabiteya şaredariyê li navenda bajêr li çendîn noqteyan xebat kirin û herwiha der barê parsekên ku qefaltin da miemeleya yasayî kirin.
Peywirdarê zabite Mahmut Araz di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku xebata wan a dijî parsekên li ber mizgeft û li ser kolanan wê dewam bike.
Araz diyar kir ku ew li gorî Qanûna Qebhetan miemele li parsekan dikin û wiha got, "Piştî miemeleya yasayî em parsekan berdidin."