Fatih Gazioğlu
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
MANÎSA
Li Kulaya navçeya Manîsayê leşkerekî ku tê îdiakirin dîn bûye 3 hevalên xwe şehîd kirin û paşê jî xwe kuşt.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, leşkerekê ku hê navê wî ne diyar e serê sibê bi çeka xwe gula berdan hevalên xwe.
Di encama bûyerê de 3 leşker şehîd ketin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Salîhliyê. Leşkerê ku hevalên xwe kuştin paşê jî xwe kuşt.
Cinazeyên leşkeran piştî lêkolînê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Salîhliyê.
Waliyê Manîsayê Mustafa Hakan Guvençer leşkerên birîndar ziyaret kirin. Walî Guvençer piştî ziyaretê derbasî Fermandariya Cendermeyan ya Navçeya Kulayê bû û ji rayedaran der barê bûyerê agahî stand.