Türkan Tosun
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê di operasyona li hember PKK/KCKya rêxistina terorê da di sitargehên hatin tespîtkirin da gelek alav û xurek hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îxbara welatiyekî li navçeya Gurpinarê li hember PKK/KCKya rêxistina terorê "Operasyona Çawîşê Birutbe Astsubay Cendirme Şehîd Halîl Çelîkel" hat kirin.
Di operasyonê da gelek sitargehên ji hêla terorîstan va tên bikaranîn hatin tespîtkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di sitargehan de 16 tupên mezin (tije), 12 tupên biçûk (tije), 130 pirtûk, 2 fenerên bixaz, makîneya qaynaxê, 2 akû, 200 metro qabloya ceyranê, birek, 2 bêrik, 7 pakêt pîneyên jinan, tonek kartol, 180 kîlogram rûn, 40 karton cixare, 5 kîlogram pung, 30 paket çay, 35 kîlogram maqerne, 120 kîlogram fasulye, 80 kîlogram nîsk, 50 kîlogram nok, 200 kîlogram şekirê hur, 70 kîlogram xoy, 250 kîlogram ar, 200 kîlogram birinc, 15 kîlogram îsota toz, 10 kîlogram salçe, makîneya tansiyonê dipîve, 2 çenteyên alîkarya bilez, gelek melzemeyên tibbî 50 cot patîk, 500 mêtro bendê makarayan, termos, 100 pênûs, 50 mêtro pîneyê oê birînan dipêçin, 10 firçeyên pê diranan dişon,10 mecûnên diranan, 2 qat cil û bergên terorîstan, 2 qat cil û bergên ji bo berfê, gelek derpî û bincil ên jinan, 20 betaniye, 50 mêtroqere xalîçe, 30 kîlogram sabuna destanû gelek dokumanên rêxistinî hatin dîtin."
Hat destnîşankirin li herêmê ji bo ewlehî û aramiya gel têkoşîna dijî terorê wê dewam bike.