17 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê di navbera endamên PKKya rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê pevçûn derket û di şer da 3 leşker şehît ketin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li dorbera gundê Aagaçdîbiyê di operasyona li dijî PKKyê da pevçûn derket.
Hat diyarkirin ku di pevçûnê da 3 leşker şehît ketin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê di pevçûnê da 4 endamên rêxistinê kuştin û li herêmê operasyon dewam dike.