09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
HAKKARÎ
Di operasyona dijî rêxistin terorê PKKyê ya li navenda Hekariyê û navçeyên wê Yuksekova, Şemdînlî û Çukurcayê da çek, muhimat, teqemeniya destçêkirî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku peywirdarên ji Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê xebatên xwe yên deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê didomînin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li navenda Hekariyê û navçeyên wê Yuksekova, Şemdînlî û Çukurcayê di 8ê rêbendanê da operasyon hat lidarxistin û wiha hat gotin:
"Di operasyonan da 2 kalaşnîkof çeka peyadeyan, tifinga piyadeyan LMGK, 300 muhimatên kalaşnîkofê, dûrbîn, 3 tûpên mezin, 5 tûpên piçûk, muhimata topa 120 mîlîmêtroyî, 24 muhimatên roketavêjê, 20 fîşengên sewqê yên roketavêjê, hezar û 125 muhimatên bîksiyê, 23 bombeyên destan, 31 funyeyên bombeyên destan, 2 kîlo û 8 gram C4 teqemeniya plastîk, 18 kîlogram TNT teqemenî, teqemeniya destçêkirî, 100 mêtro qabloya spî a antîkrom, 90 guleyên mawzerê, 5 hezar û 420 pakêt cixareya qaçax û alavên sereke yên jiyanê hatine bidestxistin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat ragihandin ku der heqê bûyerê da lêpirsîn berdewam dike.