09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku ji bo 17 gund û hin gomên navçeyên Diyarbekirê Licê û Qulpê qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li kir û girên navçeyên Licê û Qulpê ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî û hevkarên wan û herwiha ji bo jinavbirina stargeh, şikeft û kozikan û bidestxistina alav, kel melên wan wê operasyon bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ji bo ku di maweya operasyonê da tu ziyan û zirar negihêje can û malê welatiyan, di çarçoveya madeyên têkildar ên Qanûna Rêveberiya Parêzgehê da li gundên navçeya Licêyê Yalimli, Akçabudak, Ulucak, Kiliçli, Yorulmaz, Guldiken, Baharlar, Uçdamlar, Yaprakkoy, Yunluce û gomên wê Keşkuvarî, Çiftlik, Leyhosor, Mahmutlu, Tahtakulek, Ballica, Mahmudan, Yeniyazi, Hîj, Gozelî, Dergan, Aliçliyayla, Buban, Kaynaktaşi, Dokuzkat, Aliyan, Ebdurahmanaxa, Aşagihodik, Konuklu, Perpank, Yeşîlburç, Kilimli, Gelberî, Bilgin, Hegogozer, Koçmarin, Mehmedil, Saglik, Gonen, Hamzabey, Sikas, Guçik, Eskikoy, Semezi, Yaka, Karaç, Kayadibi, Baverda û Kumumîrza, li gundên navçeya Qulpê Agilli, Akdoruk, Agaçli, Aşagielmali, Çaglayan, Kaynakkoy, Karpuzlu û gomên wê Agilli, Derecik, Harabe, Guldiken, Dirlik, Kefan, Yukarielmalı, Deveboynu, Astal, Işiklar, Gumuşsuyu, Soganlı û Çotukê îro ji saet 08.00an pê va heya agahdariyeke din, qedexeya derketina derva hat ragihandin.