09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
GÎRESUN
Li navçeya Guce ya Gîresunê hêzên ewlekariyê mensûbên rêxistina terorê bi hev çûn û di pevçûnê da Çawişê Pispor ê Cendirme Ali Cevizci şehîd bû.
Hêzên ewlekariyê yên ku li kirê navçeyê fealiyetên xwe yên lêgerîn û lêkolînê dikirin, îro serê sibehê li tanga Kavaklibelê rastî komeke endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin. Piştî vê rasthatinê, pevçûn derket û di pevçûnê da Çawişê Pispor ê Cendirme Ali Cevizci xedar birîndar bû, mensûbên rêxistinê revîn û xwe di nava daristanê da dan wendakirin.
Cevizci piştî midaxaleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Guce, bi ambûlansa helîkopter rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tîreboluyê.
Li vê derê ligel hemû midaxaleyan eskerê birîndar xilas nebû û şehîd bû.
Waliyê Gîresunê Harûn Sarifakiogullarê jî hat nexweşxaneyê û ji peywirdaran agahî wergirt.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Çapemenî û Peywendiyên Gel a Walîtiya Gîresunê da hat destnîşankirin ku li kirê navçeya Guce îro serê sibehê di dora saet 05.00an da tîmên Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Gîresunê ku li operasyonê bûn, destxwera bersiv dan mensûbên rêxistina terorê yên ku hewl dan, da ku têvin herêmê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Çawişê Pispor ê Cendirme Ali Cevizci di guleagirkirina pêşiyê da birîndar bû û wiha hat gotin:
"Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Guce midaxaleya ewil hat kirin, ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tîreboluyê hat veguhastin. Li nexweşxaneyê ligel hemû midaxaleyan Çawişê Pispor ê Cendirme Ali Cevizciyê qehreman di saet 10.10an da şehîd bûye. Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike û sebr û serxweşiyê bide malbata wî û gelê me."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêmê operasyonên dijî rêxistina terorê bênavber dewam dikin.