Elif Orhan
14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê hişyarî dan du wesayîtên ku ber bi wesayîta bi zirx a kobrayê ya Qereqola Hidûtê ya Ermîşê diçû û hat tespîtkirin ku di nav de milîtanên DAEŞê hene. Aliyê din bi çekan bertek nîşanê vê hişyariyê dan li ser vê yekê gule hatin berdan. Di encama gulebarana ku hat kirin de 4 milîtanên DAEŞê yên di wesayîtê de hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin îro saet dora 14.00-14.30yan hat diyarkirin ku li Oguzeliya navçeya Gazîentabê hat diyarkirin ku du wesayîtên hat tespîtkirin ku di nav de milîtanên DAEŞê yên çekdar hene ber bi wesayîta kobrayê ya bizirx a Qereqola Hidûtê ya Ermîşê ve tê.
Personelên di nav kobrayê de hişyarî da her du wesayîtên navborî. Bi çekan bertek nîşanê hişyariya ku hat kirin, dan û li ser vê yekê kobrayê jî gule barandin û li wesayîtekê xistin û 4 milîtanên DAEŞê yên di nav wesayîtê de hatin kuştin. Milîtanên din ên di nav wesayîta din jî ji cihê bûyerê reviyan.