Abdullah Tel
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ARDAHAN
Berfa ewil a salê li navenda bajarê Erdexanê barî.
Li bajêr duh danê êvarê barana ku dest pê kir ber bi şev cihê xwe ji berfê ra hişt.

Heta ber destê sibehê berfa ku car bi car barî çar aliyê bajêr xemiland.
Şêniyên bajêr ên ku serê sibehê ji xewê rabûn berî dest bi kar û bar bikin berfa li pêşiya mal û dikanên xwe û ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ji ber berfê li navenda bajêr guliyên hin daran jî şikestin.