İbrahim Atmaca
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê ji bo Yusuf Yilmazê ku li gor gotinê dema heywanê diçêrand winda bû, xebata lêgerînê dest pê kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Yilmazê 14 salî li taxa Çatakkopruyê rûdinê û duh dora saet 05.30î bi herdu birayên xwe va ji mal derket ku heywanê xwe derxe çiyê û biçêrîne.
Ji bo heywanên xwe berhev bikin hersê bira ji hev qetiyan û peyê heywanan ketin. Yilmaz aliyê texma Başdegîrmenê çû, lê êdî venegeriya.
Malbata wî ji ber ku Yilmaz nedît, cab da cendirmeyan.
Li ser êxbarê digel cendirmeyan ekîbên UMKE, AFAD û ambulans sewqî herêmê kirin.
Her wiha ji bo ku di kanalên avdanê yên Bendava Batmanê da lêgerîn were kirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî ekîba noqav şand.
- 81 personel lê digere
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, duh li ser êxbarê 10 kes hatin şandin û ew wek 2 ekîban heta derengê şevê li Yilmaz geriyan.
Ji ber ku tu encam nehat bidestxistin, serê sibê wesayîta esmanî ya bêmirov û 25 personelên AFADê û ambulans, 50 gundparêz û 6 personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku noqî bin avê dibin, ji bo lêgerîna Yilmaz çûn herêmê. Ji bo xebatên lêgerînê ava Bendava Batmanê jî ji bo demekê hat birîn.