Haydar Şahin
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra axivî.
Di daxuyaniya ofêsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê da hat destnîşankirin ku Barzanî ji bo serkeftina di hilbijartina 24ê hezîranê da Erdogan û partiya wî pîroz kir û jê ra serkeftin xwest.
Hat destnîşankirin ku Erdogan û Barzanî di axaftinê da bal kişandin ser girîngiya têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da, gotin ku divê hemû têkiliyên dualî werin xurtkirin.