22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Erganiya navçeya Diyarbekirê di operasyona ku hêzên ewlehiyê birin ser navnîşanên ku endamên PKKya rêxistina terorê wek "mala hucreyê" bi kar dianîn da 3 polês şehît ketin û polêsek jî birîndar bû. Di operasyonê da terorîstek jî hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Erganiyê û Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ra ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr bi hev ra operasyon birin ser navnîşaneke li ser Kolana Dîcleyê ku hatibû tespîtkirin endamên PKKê wê derê wek "mala hucreyê" bi kar tînin.
Di dema operasyonê da terorîstan gule reşandin û 2 polês li cihê bûyerê şehît ketin û 2 polês jî birîndar bûn û di dawiya şer da terorîstek jî hat kuştin.
Polêsên birîndar ên ku ji bo tedawiyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê yek digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û bû şehît.
Ji bo welatî zirarê nebînin xaniyên derdorê hatin valakirin û şerê dest pê kir hê jî dewam dike.