Abdullah Tel
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ANTALYA
Li Aksekiya navçeya Antalyayê mîdîbusa tûrîstên japon tê da bûn qelibî şerampolê û li gor tespîtên ewil 18 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hat hildan mîdîbusa bi plaqeya 34 JV 4445an tûrê ya ku tûrîstên japon tê da bûn û ji Antalyayê ber bi Konyayê va diçû li xaçerêya Gerişa ser rêbeja Aksekî-Manavgatê gindirî şerampolê.

Li ser xeberê gelek ambûlans çûn cihê qezayê.
Li gor agahî û tespîtên ewil di qezayê da 18 tûrîstên japon xedar birîndar bûn.