Fatih Gazioğlu
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê wê barana gur bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî derbas bibe û li derûdorên Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê jî wê baran bibare.
Tê texmînkirin ku di germahiya hewaya herêmê da guherîn çênebe, ba ji wê li aliyê başûr rabe û carcaran vegere bayê guj.
Li herêmê germahiya bi şev, di bin sifirê da li Îdirê 18, li Tunceliyê 14, li Erzingan û Agiriyê 12, li Erziromê 10, li Qersê û Erdexanê 6 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Tunceliyê 29, li Îdirê 28, li Erzinganê 27, li Agiriyê 24, li Qersê 21, li Erdexan û Erziromê 18 pile be.