Önder Beyter
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Mustafa Mirdaş Koşluyê 72 salî ku 57 sal e li Emînonuya Stenbolê saetan temîr dike, jinûva saetên temîr dike dide xebatê.
Koşlu dema hê zarok bûye, li ser pêşniyaza bavê xwe ku ji Makedonyayê koç kiriye, dest bi temîrkeriya saetan kiriye. Koşlu pîşeyê xwe li kargeha xwe ya 3 mêtrokareyî ku li ser Kolana Hemîdiye ya Emînonuyê ye, didomîne.
Koşluyê ku sal û zeman nebûye asteng ku pîşeyê xwe bidomîne û li kargeha xwe saetan temîr dike û herwiha li vê derê firoşkariyê jî dike, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, bavê wî yê ku ji Makedonyayê koçî Tirkiyeyê kiriye, xwestiye ku ji herdu zarokên wî yek jê bibe doxtor û yek jî bibe saetsaz.
Koşlu diyar kir ku ev daxwaza bavê wî qebûl bû û wiha got, "Hemû daxwazên bavê min jî qebûl bûne. Ez bûm saetsaz, birayê min jî bû doxtor."
Koşlu destnîşan kir ku hosteyên wî, ew fêrî saetsazî û temîra seatan kir û wiha dewam kir, "Ez bi hosteyên pir baş ra xebitîm. Piştî eskeriyê min li Sîrkeciyê di fîrmayekê da wekî serhoste dest bi kar kir. Paşê jî min ev kargeha xwe ku 3 mêtrokare ye, girt. Ji wê rojê vir va jî ez li vê derê me."
- "Em can didin haceteke ku demê hesab dike"
Mustafa Mirdaş Koşlu bal kişand ku têgehên "saet" û dem" ligel hev in û wiha dewam kir, "Em can didin haceteke ku demê hesab dike. Em haceteke mekanîk an jî elektronîk a mirî jinûva vedijînin. Ez ji temîra her saetekê zewqê distînim. Min tu wextê nexwestiye ku dem bisekine. Dem, herdem ji bo min xweş derbas dibe. Ji ber ku tiştê herî biqîmet dem e."
Koşlu diyar kir ku wî di tevahiya jiyana xwe ya şixul da gelek hoste perwerde kirin û wiha axivî, "Niha ez ligel kurê xwe Onur dixebitim. Ew êdî dixwaze, ji ber temenê min, ez xwe bidim alî. Ez ê bi dilrihetî şixul dewrî wî bikim û şa bibim."