Tirkiye

Kerwanseraya sedsalane: Gumrik Xan

Li Şanliurfayê "Gumrik Xan"a ku di dewra Qanûnî Siltan Silêmanê Paşayê Osmaniyan da hatiye çêkirin û hê tiştek pê nehatiye, bala turîstên xwemalî û biyanî dikşîne

İbrahim Atmaca  | 22.10.2018 - Rojanekırın : 23.10.2018
Kerwanseraya sedsalane: Gumrik Xan

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Şanliurfayê "Gumrik Xan"a ku di dewra Qanûnî Siltan Silêmanê Paşayê Osmaniyan da hatiye çêkirin û hê tiştek pê nehatiye, bala turîstên xwemalî û biyanî dikşîne.

Gumrik Xana ku li kêleka Gola Masiyan a dîrokî di nav Meydana Haşîmiyeyê da cih digre, di sala 1563yan da ji aliyê Mîrê Lîwaya Urfayê Behram Paşayê Halhalli va hatiye çêkirin. Xan di Seyahatnameya Ewliya Çelebî da wek "Xana Yetmîşê" derbas dibe.

Xan du qat e û bi kevirê Urfayê va hatiye çêkirin. Ji hewşa Xanê ra ava ku ji Gola Masiyan diherike, derbas dibe. Tê gotin ku di dewra Osmaniyan da ev xan ji bo fealiyetên bazirganiyê cihekî sereke bûye.

Weqfa Çand Huner Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê (ŞURKAV) di sala 2001ê da li gor eslê wê Gumrik Xan restore kir û ji 5 esran vir va hê kêr tê.

Di qata binî ya Xanê da dikanên tizbiyan û çayxane hene, di qata ser da jî dirûnkar hene.

Xan dawiya hefteyê ew qas qerbalix dibe ku cih namîne ku meriv pê bavêjê.

Serokê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Abdullah Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piraniya xanên Şanliurfayê îro jî seba karê bazirganiyê tên xebitandin.

Ekîncî wiha dewam kir: "Gumrik Xan îro ji nasnameya xwe ya dîrokî zêdetir, ji cihên herî girîng ên civakî û çandî yek e. Xana dîrokî timî ji aliyê turîstên xwemalî û biyanî va tê ziyaretkirin. Gumrik Xan bi tevna xwe ya mîmarî va ji avahiyên sembol ên mîmariya Urfayê yek e. Gumrik Xan wek dilê herêma xanan e û navendeke çandê ya bajarê me ye."

- "Divê em qîmeta cihên wiha bizanibin"

Sezaî Karakapiciyê 76 salî ku di xanê da 4 nifş e dirûnkariyê dike jî got ku avahiya dîrokî di nav heyberên çandî yên herî girîng da ye.

Karakapici diyar kir ku ev xan berê wek kerwansera hatiye çêkirin û kesên ku ji bajarên wek Şam, Bexda û Helebê seba bazirganiyê dihatin, li vê xanê diman û wiha dewam kir:

"Ev der xana herî kevin a Şanliurfayê ye. Kesên ku hatine bajêr, li vir mane. Xana Gumrikê cihekî pir girîng û dîrokî ye. 60 sal e ez li vê derê me, berî min bavê min li vê derê bû. Heba bêje dîroka me ya 150 salî li vir heye. Em 15 kes di vê dikanê da dixebitîn, niha ez tenê mame. Divê em qîmeta cihên wiha bizanibin, lewra cihên wiha li Tirkiyeyê kêm in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.