Haydar Şahin
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
VAN
Taxima Ercîş Belediyespor a Wanê di fînala Lîga Fitbola Playê ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê ya ku li Alanyaya navçeya Antalyayê hat lidarxistin da bû şampiyon amadehiya Kupaya Serkeftiya a Ewropayê li perava Behra Wanê didomîne.
Di pêşbirka fînalê ya ku li Plaja Galîp Dere hat lidarxistin da Ercîş Belediyesporê 7-6 ji Alanya Belediyesporê bir û bû şampiyon. Taxim piştî ku zivirî navçeyê dest bi amadehiyan kir.

Serdar Deveciyê antrenorê taximê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî têkoşîneke dijwar li Antalyayê bûn şampiyon.
Devecî got bi vê serkeftinê heq qezenc kirin li Ewropayê Tirkiyeyê temsîl bikin û wiha axivî: "Li navçeya me havîn zêde dewam nake. Ligel vê em xebitîn û bûn şampiyon. Em li Tirkiyeyê gihîştin mirazê xwe. Hedefa me ew e ku di organîzasyona gulana 2019an da welatê xwe temsîl bikin. Em dixwazin li vê derê ji reqîbên xwe bibin û şampiyontiyê qezenc bikin."

Devecî got hedefeke wan ê girîng jî ew e ku ji bo taxima neteweyî werzişvanan perwerde bikin.
Volkan Yeşîlirmakê ji lîstikvanên taxima neteweyî diyar kir ku ji sala 2010î vir da fitbola plajê dilîze û dixwaze ku li Ewropayê serkeftinê bi dest bixe.
Sedat Çolgezerê qeleparêzê taximê got ku ev 6 sal e bi fitbola plajê ra eleqedar dibe û wiha axivî: "Me bi kedeke mezin şampiyontî anî Ercîşê. Em ê nika welatê xwe li Ewropayê temsîl bikin."

Îzzet Şefketogluyê Serokê Fexrî yê Ercîş Belediyesporê jî destnîşan kir ku di sala 2010an da taxim ava kirin, ketin rêza 2yan û 3yan û îsal jî bûn şampiyon.
Şefketoglu bal kişand ku amadehiyên wan li peravê Behra Wanê dewam dikin û wiha pê da çû:
"Bi hewla hevalên me, birêz Qaymeqam û Serdozgeriê me va me li peravê ji xwe ra qadek amade kir. Piştî antremanên li qeraxê taxim kete ava bixoy û sode, sobenî kir û hat ser hemdê xwe. Hevalên me di seranserê havînê da li qeraxê xebitîn û bûn şampiyon."