Tirkiye di Lîga Neteweyan a UEFAyê da daket Lîga Cyê
Di Lîga Neteweyan a UEFAyê da hefteya pêncemîn bi 7 pêşbirkan va kuta bû û Portekiz derket nîvefînalê
Ankara
ANKARA
Di Lîga Neteweyan a UEFAyê da hefteya pêncemîn bi 7 pêşbirkan va kuta bû.
Di hefteya pêncemîn a organîzasyona nû ya ku UEFA di asta tîmên neteweyî da dike da di lîgên A, B, C û Dyê da 7 pêşbirk hatin lîstin.
Di Lîga Ayê Grûba 1ê da Portekiz li Stada Giuseppe Meazzayê bû mêvanê Îtalyayê û pêşbirk 0-0 kuta bû.
Bi vê encamê va Portekiz bi 8 puanî va yekemînê grubê ye û di Lîga Neteweyan da derket nîvefînalê.
Di Lîga Byê Gruba 2yem da jî Swêd bû mêvanê Tirkiyeyê. Tirkiye li hember Swêdê 1-0 têk çû û daket Lîga Cyê.
Hefteya şeşmîn a Lîga Neteweyan wê sibê dest pê bike û 7 pêşbirk wê sibê werin lîstin. Di Lîga Ayê Gruba 2yem da Swîsre-Belçîka, di Lîga Ayê Gruba 4em da jî Îngiltere-Xizrwatistan wê bileyîzin.
Encam wiha ne:
- Lîga Ayê
Gruba 3yem: Îtalya-Portekiz: 0-0
- Lîga Byê
Gruba 2yem: Tirkiye-Swêd: 0-1
- Lîga Cyê
Gruba 1em: Arnavutluk-Skoçya: 0-4
Gruba 4em: Sirbistan-Karadag: 2-1
Romanya-Litvanya: 3-0
- Lîga Dyê
Gruba 3yem: Azerbaycan-Gravên Faroeyê: 2-0
Malta-Kosova: 0-5