Türkan Tosun
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê wê di 17ê Mijdarê roja şemiyê li Konyayê bi tîma Swedê ra pêşbaziyê bike.
Biletên vê pêşbirka Koma 2yemîn a Lîga Byê ya Neteweyî ya UEFAyê qediyan.
Li ser malpera înternetê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hat daxuyandin pêşbirk wê di saet 20.00an da li Stada Şaredariya Mezin a Konyayê çêbibe.
Hat gotin bilêtên pêşbirkê qediyane û di serî da gelê Konyayê ew spasiya hemû futbolhezan dikin.