09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ISPARTA
Navenda Kaşûnê ya Davrazê ku li Ispartayê ye, bi xweşiya xwe ya siruştî tê nasîn û ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.
Davraz ji navenda Ispartayê 26 û ji balafirgeha Suleyman Demîrel jî bi qasî 50 kîlometreyî dûr e û bilindahiyê wê ya ji behrê jî 2 hezar û 63,5 mêtro ye. Her sal gelek turîst navenda kaşûnê ziyaret dikin.
Li Davrazê oteleke ku xwedî 4 stêrk û oteleke perwerdeyê ya Zanîngeha Suleyman Demîrel heye. Ji bilî vê pansiyonek, 3 kafe û 4 sehayên fitbolê hene. Li navendê 2 telesiyejên ku di saetekê de 800 kesan tinîn û dibin, teleskiyel û 2 babylîfên 300 mêtroyî jî hene.
Li Navenda Kaşûna Davrazê di sala 2016- 2017an de 11 hezar û 385 kes li otelan man, 12 hezar û 481yê wan kaşûnbaz bi tevahî 53 hezar û 309 kesan navend ziyaret kir û ji tesîsan îstifade kirin.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Ispartayê Osman Çot daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Navenda Kaşûnê ya Davrazê di nav 5 navendên Tirkiyeyê de cih digire. Çot got ku li navendê ji bilî zivistanê ew havînan jî çalakiyên sporê li dar dixin.